kurdî

Ji Yekitiye Re Silav

                                                  Tekoşîn, ji bo mafên civakî

 

Em hinî tiştên ku li ber çavên me diqewimin, û wekî tiştên asayî tên ragihandin nabin: Rewş nabe baştirîn. Êş û mirin ji îstisnatiye derketin. Hê jî em dest didine jiyana mirovên ku ne ji vir in û yên ku dixwazin werine vir. Dijûn li mirovan dikin, tif dikine ruyên wan û lêdanê li wan dikin. Pevgirtina bi sedhezaran mirovan rastî muameleyeke nebaş hat û demxe xwar. Ji bo astenkirina derbasbûna me dîwaran ava dikin. Dixwazin me derveyî sînor bikin û me ji çavan dûr bixin. Lê belê em li vir in. Em êş li vir bin. Hêviyên me hene. Em dijîn. Ji yekitiyê re bejin silav!

Bîranînên me ji hemû demî tazetir in.

Em jê naqerin. Em havîna 2015an bînin bîra xwe. Bi sedhezaran mirov sînorên Ewropa derbas kirin. Tu kes nikarî bû wan rabiwestîne, çimkî li hemberî rawestinê bûn. Bes dest bi meşê kirin. Ji bo bigihîjine armana xwe ketine livînê. Ji stasyona trênê ya Budapeştê heya sînora Awustirya meşiyan. Tevger, gihişte azadiya xwe. Ji bo mafên xwe, ji bo mafên hebûna xwe, ji bo parastin, alîkarî û pêşeroja xwe. Ev “Meşa Hêviyê” ya ku ji bo mafê koçberiyê ye di nav dirokê de buyerekî ku teqez nayê jibîrkirin e.

Îro em hîn jî gelek însan in. Em hê li vir in û hejmara me zêde dibe. Feraseta me yî têkoşînê ya li hemberî vê rewşê didome. Protestoyên biçûk û mezin bûne perçeyek ji jiyana me. Hêviyên sala 2015an ji holê ranebuye. Ev hêvî li Almanya û Ewropa pêşengtî ji çalekiyên piştgiriyê re kir. Em ê ji bo penaber, koçber û hebûna xwe têkoşîna xwe bidomînin. Piştgiriya me roj bi roj didome. Li hemberî zordarî û polîtîkaya avêtina derveyî sînor a dewletan em çalekiyên xwe didomînin. Em li hemberî teşeyên rastgiriya nû û faşîzma kevnar radiwestin. Em li vir in û em ê li cem penaberan bin. Em jî yên ku hatine vir in. Ji pevratiyê re silav!

Ji Piştgiriyê Heya Siyasetê!

Poliîtikayên koçberiyê yên aniha divê careke din bê nirxandin-ev nabe mijara nirxandinê. Ev fikir di navenda xebatên me yî politik de ye û wê wisa jî bimîne. Yên li jêr hatiye nivîsandin ji bo hemû siyasetmedaran e:

Ji bo mafe hatin û veqetînê: Mirinan bisekinîne! Pêwiste mirinên di Deryaspî de bên sekinandin. Niha, bi lezgînî. Ev ne mijara dahurandin û nîqaşê ye. Em asayî dîtina êş û mirinên ku di nav vê sînora kûjer de pêk tên red dikin. Yên ku dixeniqin, di esasê xwe de têne kuştin! Ger ku mirov li balefir û keştiyên ku têne Ewropa bêne suwarkirin, wê mirina bi hezaran mirovan sibê rabiweste. Lê belê ev zalim li yên ku alîkari dikin re jî tehde dikin. Daxwaza me ew e ku bila politîkayên Ewropî yên koçberiyê buguhere! Ji bo rêyên ewle, ji bo azadiya rêwîtiyê û ji bo Ewropayeke mêvanperwer!

– Ji bo mafên îqameyê: Netirsin! – Di nav çend salên borî de bi sedhezaran mirov xwe gihandine Elemanya. Lê bi sedhezaran însan jî hîn nizanin ku karin li Elmanya bimînin. Bêyî ku mafên mayînê bisitînin, berî ku dest bi jiyana xwe bikin û ji xwe re jiyanake nû ava bikin bi tirs, nediyarî û bêewlehiyê re rû bi rû dimînin. Ev di heman demê de tê wateya pêwistiya jinên ku bi cûdakirin û tundiyê re rû bi rû dimînin edî nemînin û malbatên ku ji hev qut buyî bigihîjine hevdû ye. Bangewaziya me li hemû kesên ku vê qerara siyasî daye heye: Bêmerc mafên îqameyê û rawestandina paşve vegerandinan -bi lezgînî! Yên ku li vir in ji vir in û dê li vir bimînin!

 – Ji bo Mafê Piştgiriyê: Deng Derxin! Qanûn, cûdahiyê dixe navbera jêderkên cûda yên welatinan û li gorî vê me bi cih dike: Di derheqê îqameyê de yên ku dibêjin baş e û yên ku dibêjin ne baş e. Welat ewle, neewle û nîv ewle hatine bi navkirin. Ji ber vê cûdakirinê yên ku herî Zêde êş dikişînin kêmjimarên wekî Romanan û yên ku ne li gorî “asta” civakê ne li benda erêkirina xwe ne. Ne girêdayî neteweyekî, em daxwaza mezinkirina têkoşîna xwe dikin.

– Ji bo Mafên Wekhevî: Nijadperestiyê rabiwestînin! Bes ne du mehên dawî, ev bi sedsalan in civaka me pirengî bû. Îro çend kes li axa bavikên xwe dijî? Mirov hîn jî ji welatên din tên. Ji welatên xwe qut dibin. Tu sedem ji mafên newekhev re nîn e. Bila Sûrî, Yewnanîstan, Makedonya, Nîjerya, Mexrîb bibe an jî Baden-Wûrttemberg bibe. Bila ji bo mefên xênî, perwerde, xebat, gerîn an jî tenduristiyê. Mafên polîtîk û civakî ji bo her kesî derbasdar e. Ji bilî îstisnayekê û ji serî ve!

– Ji bo Mafa Bicihbuyînê: Em ji neheqiyên kûrewî re bêjin na! Bi sedsalan hin welat çavkaniyên hin welatan dizîn. Bazirganiya xulaman û çavkaniyên sirûştî. Dewlemendiya Dewletên rojavayî ji nijadperestiyê û metîngeriyê ava buye. Ewrupa, kapîtalîzma ku her roj dibe sedema mirina însanan pêşkeş dike. Mirovên ku tiştek di destê wan de nemane û dixwazin li jiyanê bimînin direvine Ewropa. Em ji bo hemû kesî mafên wekhevî dixwazin. Pêwistiya hemû însanan a jiyanê, dilşadiyê û bi paşerojeke xweş heye. Bes ne li Ewropa, li hemû deveren cîhanê. Tu kes naxwaze ji welatê xwe bireve!

 

Dê dengê me balê bikişîne!

Berî hilbijartinên gelemperî bi hefteyekê em dixwazin ruyê xwe şanî we bidin. Em hemû li kolanên Berlînê bicivin. Em dixwazin yên ku heta niha dengê wan nehatiye heskirin û yên ku dengê wan hatiye astengkirin xwedî dengekî bin. Ev çîrok îro di kampanyaya “ji bo adaleta civakî” de jî gelek caran nayê heskirin; mafê gelek ji wan ên hilbijartinê nîn e. Em dibêjin ku, ji yekîtiyê re silav!

Em dixwazin dema em derketine kolanan em bi girseyî bin. Divê yên ku berjewendiyên têkoşînê diparêzin tevlî me bibin. Yên ku tehmûla wî/wê bi şert û mercên xerab re Û bi mirina mirovan re tune ye, pêwiste werine meşa me. Em dizanin ku gelekî însan ji bo paşeroja xwe bi salan e şer dikin. Niha dema bi hev re deng derxistinê ye. Em ji texmînan zedetirîn in! Em ê bi hev re bin!

Ji ber vê sedemê, di dîroka Îlon 2, 2017an de li bajar û gundên xwe em bi mebesta salvegera “Meşa Hêviyê” we gazî civîn û çalekiyan dikin. Afirîner bibe!

Di 16ê Îlone de em li Berlînê bangewaziya çalekiyeke netewî dikin. Werin û tevlî meşa ku têkoşîna mafên civakî û pişgiriyê dike bibin. Ji bi hevretiyê re silav! Em ê bibin yek!

[pdb_sign]
TitleFirst NameLast NameCityProfession
Westwind-Hamburg e.V. Christian Großeholz Hamburg
Daniela Jürgens Hamburg Grafikerin
Siri Keil Hamburg
tanzkleinesleben r. treue darmstadt feuer&licht adhoc künstlerin
Lorna Johannsen Berlin Artist
Jens Kobrow Hamburg
Christof Becker Scharbeutz Produktmanager
Mohammad Rezai Berlin
OMAS GEGEN RECHTS Hamburg Andrea Herzog Hamburg
Mediationsbrücke Sophie Löffler Hamburg
Hauke Lorenz Film und Bildung Hauke Lorenz Hamburg
Ruth Meridjen Chicago Artist
Mohammad Tamim Stuttgart Student
Lea Meridjen Dresden
Hazara World Cancel Mohammad Tahir Kheirkhah Hamburg Informatik
Men Sajjad Jafari Hamburg Student
mr Mounib Baccari Tunis IT engineer
Jassin Akhlaqi
Leyla Hazarei
renate twardzik hamburg rentnerin
BRAKULA Uwe Schmidt Hamburg Kultur
SKART SKART SKART Frankfurt/Hamburg Performancegruppe
Katja Hoffmann Hamburg Mutter
Reiner T Leipzig
Gunda Wütschner Hamburg Journalistin
Tina Fritsche Hamburg Gewerkschaftssekretärin
Franziska Dahlmeier Hamburg Soziologin
Astrid Rund Feministin
Violetta Bock Kassel
Ayna Steigerwald Hamburg freie Autorin, Dramaturgin
Ariane Andereggen Basel
Brot & Rosen. Diakonische Basisgemeinschaft Dietrich Gerstner Hamburg
Christiane Schneider Hamburg MdHB
Gilawa Siami Hamburg
Azaryuon Matin Hamburg Politikwissenschaft
alexandra strickman hamburg
People4People e.V. Frankfurt Houriaj Limam Frankfurt am main
Tanja van de Loo Hamburg Grafikerin, Optimistin
Ana Troncoso
Till F.E. Haupt Hamburg subsoziale performance
GRIPS Theater Ellen Uhrhan Berlin
Christina Clemm Berlin Rechtsanwältin
Sena Krayem Hamburg
Prof Sabine Hark Berlin Gender Studies
Hamed Abbaspur Hamburg Geschäftsführer
Leslie Gauditz Hamburg Wissenschaftlerin
Helena Bennett Hamburg Theatre director
Melanie Klingenschmid
Frank Egel St. Pauli Süd Fotograf
Maximilian Pichl Frankfurt am Main Jurist
Philipp Millius Jena sociologist and activist
Campana Cafe Mexico
Shooting back-Hamburg m stroux
Monika Mokre Vienna Political scientist
ARRiVATi Hamburg
Janno Himpel Berlin Architekt
Sonja Saathoff Hamburg
Noel van den Heuvel Berlin Student, Teil der Anti-Abschiebe-Industrie